Li Kelarê asayîşê êrîşî xwepêşanderan kir

Welatiyên xwestin girtina navenda Tevgera Azadî ya li Kelarê protesto bikin, ji hêla hêzên asayîşê ve hatin astengkirin. Li ser vê rageşî derket û asayîşê 3 kes birîndar kirin. 

Girseyeke mezin danê vê sibê xwest girtina navenda Tevgera Azadî protesto bike. Lê belê hêzên asayîşê yên hikumeta Başûrê Kurdistanê destûr nedan xwepêşandanan û rageşî derket. 

Endamên Tevgara Azadî tevî hemû astengiyan xwestin biryara hatiye girtin li ber navendê protesto bikin, lê belê hêzên asayîşê destûr nedan û destwerdana xwepêşandanan kir. 

Di vê destwerdana hêzên asayîşê de 3 endamên Tevgera Azadî birîndar bûn. Hate ragihandin ku her sê kesên birîndar bûyî rakirine nexweşxaneya Şehîd Hezar a Kelarê. 

Endamên Tevgera Azadî diyar kirin, ew bi biryar in ku çalakiyên xwe yên li dijî vê biryarê bidomînin. Li aliyê din hate ragihandin ku hêzên asayîşê herêm dorpêç kirine.