Li Kelarê Şeyma Ednan dest bi greva birçîbûnê kir

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li Kelarê Şeyma Ednan dest bi greva birçîbûnê ya mehekê kir.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Kelarê ya Germiyanê Şeyma Ednan diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Şeyma Ednan diyar kir ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got ku “Min xwest piştgiriyê bidim Leyla Guven, Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd ên ku ketine greva birçîbûnê. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo min biryar da ku dest bi vê çalakiyê bikim. Ez bang li gelê Kurd dikim ku li hemberî tecrîdê çalakiyan geştir bikin. Ji ber ku Rêber Apo her dem mafê jinan û azadî parast.”