Li Kanîreşê 2 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin

Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê delegeyê KCD'ê Ferît Karabag û Serokê DBP'ê yê navçeyê Halîl Kala hat binçavkirin.

Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê delgeyeyê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Ferît Karabag hat binçavkirin. Karabagê ku li navenda navçeyê hat binçavkirin û têkildarî binçavkirinê ti hincet nehat diyarkirin, Karabag birin Midûryeta Emniyetê ya navçeyê.

Li aliyê din di seatên sibehê de Serokê Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) yê naveçeya Kanîreşê Halik Kala li mala xwe a li gundê Sîkavela, di serdegirtina leşkeran a malê de hat binçavkirin. Kala yê ku di encama serdegirtina malê de li mal nebû, piştî ku ji bo îfadeyê çû qereqolê hat binçavkirin.