Li kampeke Zaxoyê şewat derket: 3 Şengaliyan jiyana xwe ji dest dan

Li kampeke penaberan a Zaxoyê, ku Şengalî lê ne şewat derket Ji ber şewatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, şewat li kampa Bersivê 2 a li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê saet di 02:00 ê nîvê şevê rû da. Li vê kampê, xelkê Şengalê hene ku piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ji Şengalê koç kirin.

Hate ragihandin, di encama şewata ku ji ber elektrîkê rû da, 5 kon şewitîn. Ji ber şewatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane; Xalid Eliyas ê ji komalgeha Sîba Şêx Xidir û 2 zarokên wî ne. Di heman bûyerê de 5 kes jî birîndar bûn ku rewşa wan a tenduristiyê giran e.

Ne cara yekê ye ku li kampên Êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê şewat rû didin. Di destpêka sala 2020'î de jî li kampa Çemîşkoyê ya Zaxoyê şewat derketibû. Di encamê de 12 konên Şengaliyan şewitî bûn.

Hêjayê gotinê ye ku bi deh hezaran koçberên şengalê li zêdetirî 20 kampên başûrê Kurdistanê, ji ber xemsariya desthilatdariya herêmê, bi awayek dorpêçkirî, di nava şert û mercên giran de ne. Lewma Şengaliyên ku derfetê dibînin li warê xwe vedigerin.