Li kampa penaberan tecrîda ji ber vîrusê

Li Magdebûrga Elmanyayê li kampeke penaberan a ku 800 kes lê dimînin di 2 penaberan de koronavîrus hate tespîtkirin. Ji dêvila ku penaberan têxin karantînayê ew vegerandin kampê.

Li bajarê Magdebûrga eyaleta Saksonya Anhaltera Elmanyayê li kampeke penaberan di 2 penaberan de koronavîrus hate tespîtkirim. Ji dêvila ku penaberan têxin karantînayê, ji nexweşxaneyê şandin kampê. Li kampê nêzî 800 kes hene û daşir, serşok û xwarinxane yek e. Rêveberiya kampê jî hemû kamp xist karantînayê.

Penaberên li kampê diyar kirin ku ew naxwazin bi nexweşên koronayê re bimînin lê rêveberiya kampê ketin û derketina kampê girt. Penaberan jî nerazîbûn nîşanî rêveberiya kampê dan û ketin greva birçîbûnê. Polîsan dora kampê girtin û êrîşî penaberan kir. Penaberan alîkarî ji maseya krîzê ya Berlînê xwest.

Li ser navê koordînasyona maseya krîzê Mehtap Erol û parlementerê Dîe Lînkeyê Hakan Taş bi rêveberiya kampê re hevdîtinek kirin lê tu çareserî pêk nehat. Taş got ku “Ji bo çareserkirina arîşeyê em hewl didin. Me nameyek ji Wezareta Karê Navxweyî jî re şand. Em bi penaberan in.”

Penaberekî li kampê jî got ku “Li kampê testa 2 kesan pozîtîf derket. Ev kes ji dêvila ku divê li nexweşxaneyê bin, ew şandine kampê. Em ketine fikaran, ji ber ku em 800 kes li kampê ne. Ji ber ku ketin û derketina kampê hatiye girtin, em nikarin xurekan bistînin. Divê nexweş werin tedawîkirin. Heke wisa bidome, em ê hemû nexweş bikevin.”