Li Iraqê goreke komî ya din jî hat vekirin

170 km nêzî bajarê Semawe yê girêdayî wîlayeta Mûtanna ya Iraqê goreke komî ku termê bi dehan kesan tê de ne, hate vekirin. 

Hate ragihandin ku termê di gora komî te hatî dîtin, ên Kurdên ku di sala 1988’an dema dîktator Seddem Huseyîn de hatine qetilkirin.

Serokkomar Berhem Salih ê ku li cihê bûyerê tevlî xebatên keşfê û vekirina gorê bûyî, civînek pêk anî û got, “Ew mirov kuştin, lewma wan ev rejîma dîktator qebûl nedikirin; dixwestin jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.” 

Salih got, “Divê Iraqî ti car van komkujî û hovitiyan ji bî nekin.”