Li Hewraman û Çomanê 2 kolber birîndar bûn

Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 2 kolber birîndar bûn. Yek ji van kolbaran di encama êrîşa rejîma Îranê û yek jî ji zinaran ket û birîndar bûne.

Li herêma Çoman îro kolberek di êrîşa hêzên dewleta Îranê de birîndar bû. Herwiha li Hewraman jî kolberek ji zinar kete xwarê û bi giran birînar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê kolberê bi navê Ezîz Ezîzî ê xelkê gundê Benejaj ê ser bi Baneyê ya parêzgeha Sineyê li herêma Çoman di êrîşa hêzên dewleta Îranê de bi giranî birîndar bû. Rakirin nexweşxaneya bajarê Baneyê.

Li gorî heman çavkaniyê, îro li herêma Hewraman jî kolberê bi navê Saleh Derziyanî li zinarekê kete xwarê û bi giranî birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî li ser zozanên Tete du kolber ji serma jiyana xwe ji dest dabûn û rastî bertekên tund hatibû.