Li Hewlêrê lîsteya hilbijêran hate nûkirin

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Hewlêrê ji 27 hezarî zêdetir kes ji lîsteya hilbijartinê hatine derxistin.

Nûnerê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Aram Necmedîn têkildarî amadekariyên hilbijartinê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Necmedîn diyar kir ku li Hewlêrê milyonek û 132 hezar û 326 hilbijêr hene û diyar kir ku piştî lêkolînê 27 hezar û 694 kes ji lîsteyan hatine derxistin. Hate diyarkirin ku 6 hezar û 654 kes du caran hatine qeydkirin û hezar 223 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin ku 53 hezar û 867 kes dixwazin xwe qeyd bikin û 165 kes jî dixwazin navnîşana xwe ya hilbijartinê biguherînin.

Ji bo dengdana di hilbijartinê de ew ê karên qeydkirinê di 16’ê Tebaxê de biqede.