Li Hewlêrê greva birçîbûnê dest pê kir

Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê ji bo destekê bide Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Bi pêşengiya Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê ji bo destekkirina Guven îro li Hewlêrê greva birçîbûnê dest pê kir.

Bi vê armancê li nûnertiya HDP'ê civîneke çapemeniyê pêk hat û piştre endamên HDP'ê û gelek welatiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin.

Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş diyar kir, heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiya xwe bidomînin. Guneş got, "Nabe ku qanûn û pîvanên mafên mirovan ji bo Ocalan bi cih neyên anîn. Li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û endamên me wê çalakiyên me bidomin."