Li Hewlêrê êrîşî rojnamevan Ebas hate kirin

Rojnamevan Îbrahîm Ebas ê ku beriya niha ji ber ku malbata Barzanî rexne kiribû, hatibû binçavkirin, îro di saetên şevê de li Hewlêrê êrîş li ser hate kirin.

Rojnamevan Îbrahîm Ebas ê ji berk u PDK û malbata Barzanî rexen kiribû di serdegirtina 3’yê Gulanê de hatibûn binaçavkirin, îro di saetên şevê de li Hewlêrê, hewl hate dayin ku ji aliyê komekê ve bê revandin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, rojnamevan Ebas di saetên şevê de, ji aliyê komekî ku rûyên wan girtî ve êrîş hate kirin. Li ser mudaxeleya gel koma êrîşkar neçar ma ji herêmê bireve.

Ebas ê ku êrîş li ser hate kirin, rakirin Nexweşxaneya Rojhilat a beşa lezgîn. Hêzên asayîşê yên ku li pêşiya nexweşxaneyê rawestiyane, rê nadin ku hevdîtin li gel Ebas bê kirin.

Ebas ê ku beriya niha di çapemenî û dezgehên nêzî PDK’ê de kar dikir, dema ku ji vir qût bibû ji ber hinek nûçeyên li ser PDK’ê û malbata Barzanî çêkiribûn bibû hedef.

Ebas, ji ber nivîsekî ku li ser Facebookê parvekiribû 3’yê Gulanê hatibû binçavkirin. Piştî ku rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji bo berdana Ebas li ser torên civakî kampanyayekî dabûn destpêkirin û şûnde, Ebas hatibû berdan.

Bajarên Dihok-Zaxo û Hewlêr ên di bin kontrola PDK’ê de ne, tim bi êşkence, binçavkirin û qetilkirina rojnamevanan ve bûye rojev.

13’ê Tebaxa 2016’an nûçegihanê Rojnewsê Vedat Hisên Elî, 2’yê Kanûna 2016’an nûçegihanê KNN’ê Şûkrî Zeydanî li Dihokê hatibû revandin û piştre jî bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin.