Li Hewlêrê çalakiya endamên Meclîsa Îştarê di roja 5’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li ber Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê di roja 5’an de ji aliyê koma 2’an ve hate dewr girtin.

Jinên ji Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30'ê Çile ya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kirin û koma 2’an îro çalakî dewr girt.

Di roja 5’an a çalakiyê de endamên Meclîsa Îştar bi Netewên Yekbûyî re li avahiya wan civiyan. Piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Endama Meclîsa Îştar û çalakgera greva birçîbûnê Leyla Îlhan axivî û got; “Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 5 roj in me dest bi greva birçîbûnê kir. Lê piştî rojekê hêzên asayîşê êrîşî me kirin û konê çalakiya me xera kirin. Asayîşê daxwaza bidawîkirina çalakiyê kir. Ji bo wê jî îro me bi Netewên Yekbûyî re civînek li dar xist.”

4 jinên din ên endamên Meclîsa Îştar beşdarî çalakiyê bûn, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn û çalakgera greva birçîbûnê Leyla Îlhan çalakiya xwe didomînin. Greva birçîbûnê bêdawî-dorveger e û her 5 rojan endamên nû beşdarî çalakiyê dibin.