Li Hevşaredaran derketina ji malê û welêt hate qedexekirin

Li Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken derketina ji malê, li Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya jî derketina derveyî welat hate qedexekirin.

Hevşaredara navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Belgîn Dîken di 13'ê Mijdara 2019'an de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û piştî 4 mehan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatibû destgîrkirin. Li Hevşaredar Dîken derketina derveyî welat û derketina ji malê hate qedexekirin. Hate ragihandin ku kelepçeya elektronîk bi Dîken ve kirin û wê polîs wê bibe malê.

QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT LI HEVŞAREDAR KAYA HATE BIRÎN

Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya jî ku qeyûm li şûna wî hate tayînkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatibû destgîrkirin. Li Kaya jî derketina derveyî welat hate qedexekirin û bi vî şertî hate berdan.