Li Hesekê 2 şervan hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanê Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî Elî El-Biro (Sergon Til Temir) û şervanê Hêzên Sutro Mehmûd Mihemed (Sîmon), bi merasîmekê li Goristina Sûryan a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanê Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî Elî El-Biro (Sergon Til Temir) û şervanê Hêzên Sutro Mehmûd Mihemed (Sîmon), bi merasîmekê li Goristina Sûryan a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hatin veşartin.
Girseya gel cenazeyên têkoşeran ji navenda hêzên Sutro ya taxa Nasira wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Sûryanî ya taxa Mişêrfê ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de, Endam û Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Sûryan, Hêzên Sotoro, Endamên sazî û rêxistinên civakî û siyasî û bi dehan welatî beşdar bûn.
Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.
Piştre Berdevkê Fermî yê Hêzên Sotoro Akad, li ser navê Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Sûryan Orom û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Sûryan Fadî Dawê, axivîn û sersaxî ji malbatên her 2 şervanan re xwestin, her wiha destnîşan kirin ku her 2 têkoşer ji bo rizgarkirina Sûriyê ji zilma çeteyên DAIŞ′ê şehîd bûne.
Li ser navê malbata têkoşer El-Biro, kurê apê wî Esed El-Ilêwî ku ew jî şervanê Hêzên Sotoro ye axivî û got: “Şehadeta hevalê israra me ya têkoşîna ji bo azadiyê bilind dike. Em jî amade ne ku axa Sûriyeyê ji çeteyan rizgar bikin.”
Di dawiya axaftina de cenazeyên her 2 têkoşeran bi dirûşman ve hatin veşartin.