Li Herêma Kurdistanê li hemberî 158 rojnamevanan binpêkirin pêk hatiye

Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’yan de li hemberî 158 rojnamevanan zext û binpêkirin pêk hatine.

Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’yan de li hemberî 158 rojnamevanan 73 binpêkirin hatiye kirin û piraniya binpêkirinan li Hewlêrê çêbûne. Di van binpêkirinan de 41 rojnamevan hatine girtin, 20 caran hatine astengkirin û 10 caran heqaret li wan hatiye kirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê bîlançoya êrîş û zextên li ser rojnamevana wisa diyar kir:

şikandin û desteserkirina amûrên rojnamevana 7,

girtina ofîs û kanalên ragihandinê 3,

êrişên li ser dezgehên ragihandinê 2,

derxistina ji kar 2,

birîndarbûna rojnamevanan 2.

Sendîkayê ragihand li hemberî rojnamevanan li Hewlêrê 21, li Silêmanî 18, li Dihokê 16, li Kerkûkê 10, li Helebce 3, li Germiyan 3, li Soran jî 2 binpêkirin hatine kirin.