Li herêma Kurdistanê heta 1'ê Nîsanê derketina derve hate qedexekirin

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bê girtin qedexeya derketina derve heta 1’ê Nîsanê dirêj kir.

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê çend biryarên nû yên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê eşkere kir. Yek ji wan biryaran dirêjkirina dema qedexeya derketina derve ye ya ku heta 1’ê Nîsanê hatiye dirêjkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku her karmend û efserek bêxem nêzîkî pêkanîna wan biryaran bibe wê li gorî madeya 47 û 48’an ya yasayê sizadayîna Hêzên Asayîşa Nevxweyî, 10 rojan bikeve girtîgehê.

Di heman demê de Wezareta Tendirûstiyê ya herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir ku şêwazên xweparastinê bingeh bigirin û li malên xwe bimînin. Her wiha di dema pêwîst de dikarin pêywendî bi hejmara telefonê a 122 bikin.

Ew hişyarî û biryarên ku Wezareta Navxweyî û ya Tendirûstiyê eşkere kirine di demekî de ye ku îro Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di nava rojekê de li seranserê Iraqê 19 kesên din bi vîrusê ketine. Bi vê daxuyaniyê jî li Iraqê giştî  hejmara kesên bi vîrusê ketine bûn 223 kes.