Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din jî bi Covîd-19 ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li Dihokê jinek temen 20 salî bi virûsê ketiye. Rêveberê Tendirustiya Çemçemalê jî diyar kir kesek li Çemçemalê bi Koronayê ketiye.
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li Dihokê jinek temen 20 salî bi virûsê ketiye. Rêveberê Tendirustiya Çemçemalê jî diyar kir kesek li Çemçemalê bi Koronayê ketiye.
Wezareta Tendirûstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek eşkere kir, li Dihokê jinek temen 20 salî bi virûsa Koronayê ketiye.
Rêveberê Tendirûstiya Çemçemalê Ferhad Mihemed jî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand, li Çemçemalê kesek din jî bi virûsa Koronayê ketiye.
Bi vê re hejmara kesên li Çemçemalê bi Koronayê ketine bû 4 kes ku 2 ji wan ji heman malbatê ne.