Li Heftenîn û Xakurkê 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî leşkerên Tirk ên li Heftenîn û Xakurkê lidar xistin de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyan ev agahî da:

“Hêzên me ji bo bîranîna hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a 25’ê Cotmeha 1992’an xwe radestî hevkarna nekir û şehîd bû, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Di vê çarçoveyê de detayên li ser çalakiyan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenîn a li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, 19’ê Cotmehê saet 15:00 hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li Girê Konferansê çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xist û leşkerek kuştin.

20’ê Cotmehê saet 08:50’î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşker û kontrayên li qada dikeve navbera Girê Vecîp, Geliyê Pisaxa û Girê Konferansê bicih bûbûn çalakî kirin. Di vê çalakiyê de wesayîteke ya dijmin hatiye rûxandin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin. Helîkopterên bi tîpa Kobra ku ji bo mudaxeleyê hate qadê jî bû hedefa hêzên me, li ser lêdana xurt, yek derb xwar û neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

21’ê Cotmehê saet 14:00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li qada Şehîd Şêxmûs bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî hate lêdan de leşkerek hate kuştin.

LI XAKURKÊ JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ

21’ê Cotmehê li dijî yekîneyên operasyona dagirker a li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronaya ya li qadê dom dike, çalakî kiriye.

Hêzên me yên YJA Starê saet 08:30’î yekîneyek ya dijmin a li nêzî Girê Koordîne yê demek dirêj xistbûn bi kontrolê, ji du baskan ve ji nêz ve li çeper û kozikên dijmin dan, bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker derdor bi çekên giran gulebaran kir.

Saet derdorî 10:00’an jî hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi dijwarî li leşkerên gir hate dayîn, leşkerek hate kuştin.

Saet 18:50’î hêzên wan li dijî leşkerên li Girê Şehîd Derwêş rêze çalakiyên sekvaniyê kiriye. Bi qasî hate zelalkirin ku 2 leşker li gir hatine kuştin.”