Li Heftanînê artêşa Tirk hate şikandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî hewldana oparasyona li herêma Haftanînê agahiyên berfireh da. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk hate şikandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî hewldana oparasyona li herêma Haftanînê agahiyên berfireh da. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk hate şikandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayan li Oremarê çalakî lidar xistine. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî oparasyona Haftanînê agahiyên berfireh wihan ne:
LI HAFTANÎNAN OPARASYON
10’ê Adarê di saetên sibehê de li gel yekîneyên artêşa Tirk, çete û çerdevanên derdor hewldabûn ku li herêma Haftanînê oparasyonekê lidar bixe, têkidarî vê me daxuyaniyek dabû. Agahiyên berfireh ên di derbarê vê daxuyaniyê de wiha ne:
“Di saetên sibehê de komek ji leşker û çeteyan pêk dihat ketin Girê Keçel û Girê Bêzenîkê yên li ser xeta sînorê Haftanînê, di saet 08:00’an de jî ev koma oparasyonê ber bi Girê Partîzan ve ketin tevgerê. Ev tevgera hêzê oparasyonê ji aliyê gerîlayên me ve hate ferqkirin û bi awayekî pir xurt hate lêxistin û rawestandin. Artêşa Tirk di dema şer dijwar bû de herêma Qesrok, Partîzan û Geliyê Pisaxa bi awayekî dijwar bi obus û hewanan bomberdûman kiriye, her wiha di saet 11:00’an de jî balafirên şer ên artêşa Tirk jî qûntara Girê Partîzan bomberdûman kiriye.
Piştî bomberdûmana dijwar a balafirên şer ên artêşa Tirk û şûnde saet 16:00’an, leşkerên TC dubare hewldan bi dizî bikevin herêmê. Li ser vê hewldanê gerîlayên me li koma ji leşker û çeteyan pêk tê xistin û şer heta saet 18:00’an dewam kir. Hewldana artêşa Tirk hate şikandin û oparasyona li Girê Keçel û Bêzenîk hate şikandin û paşve kişandin. Têkildarî kuştî û birîndarên artêşa Tirk ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Dîsa di dema şer de agahî ji 2 gerîlayên me qût bûye. Piştî ku agahî di derbarê gerîlayan de hate girtin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
LI OREMARÊ ÇALAKÎ
Navenda HPG’ê têkildarî çalaiya li Oremarê jî ev agahî da:
10’ê Adarê di saet navbera 05:00 -08:30’an de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Raperîn ê li herêma Orema a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek sekvaniyê hate lidarxistin. Di çalakiya hate lidarxistin de 2 leşker hatin kuştin, her wiha bi hatin leşkeran re jî li ser bersivdayîna xurt leşkerek din jî hate kuştin.
Piştî çalakiyê balafirên şer derdor bomberdûman kir bi hewan, obus û topan derdor hate bomberdûman kirin.Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên mey ê k udi vê pêvajoyê de şehîd ketine hatiye lidarxistin.
10’ê Adarê saet 10:00 gerîlayên me bi çekên giran li dijî Girê Koordîne ê li ser sînorê navçeya Çelê çalakiye lidar xistine. Têkildarî êrîşên ku çeperên leşkeran bi awayekî xurt kirin hedef, têkildarî kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelal nehate bidestxistin.