Li gundên Depê 6 kes hatin destgîrkirin
Li gundên navçeya Depê ya Xarpêtê, di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin ku yek jê nedamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'î Abdulkadîr Gul e.
Li gundên navçeya Depê ya Xarpêtê, di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin ku yek jê nedamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'î Abdulkadîr Gul e.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkerên rejîma AKP'ê roja 6'ê Tîrmehê avêtin ser gelek malan.
Serdegirtin li gundan hate kirin û tevî endamê Meclîsa Giştî ya Xarpêrtê yê DBP'î Abdulkadîr Gul û Haci Yavûz û Mûrat Ercan 6 kes bi îdîaya "alîkarî dane rêxistinê" hatin destgîrkirin.
6 kesên ku li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr girtî ne, tê payin ku sibe bibin edliyeyê.