Li gundê Xerabê Bava dayîka Hatîce: Tişta ku li vir tê kirin ti cudahiya wê ji zilmê nîne!
Hatîce Akdenîz a ku di saetên danê nîvroyê de hevjînê wê bi êşkenceyê hate binçavkirin, rewşa dawî ya li gund ji ANF’ê re ragihand.
Hatîce Akdenîz a ku di saetên danê nîvroyê de hevjînê wê bi êşkenceyê hate binçavkirin, rewşa dawî ya li gund ji ANF’ê re ragihand.
Li gundê Xerabê Bava ê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û êrîş li ser tên kirin, piştî saetên danê nîvroyê ve dîsa êrîş hate lidarxistin. Di serdegirtinên malan de hêzên dewletê lêgerîn dan destpêkirin welatiyê bin navê Samet Akdenîz hate êşkencekirin. Hatîce Akdenîz a hevjînê Denîz a li gund rewşa dawî ji ajansa me re ragihand.
‘MAL TEV WÊRAN KIRIN’
Hatîce Akdenîz diyar kir ku hêzên dewletê piştî saetên danê nîvroyê û şûn de dîsa êrîş kirin û bi ser malan de girtin û got: “Di dema lêgerînê de heqaret li me kirin, kelûpelên di avahiyê de belav kirin. Tirsekî mezin li ser me dan kirin. Avêtin ser hemû malên gund.
‘HEVJÎNÊ MIN BI ÊŞKENCEYÊ VE BIRIN’
Akdenîz destnîşan kir ku hevjînê wê li ber çavan êrşkence kirin binçavkirine, piştî bi saetan hevjînê wê hatiye mal û ketiye rewşekî neyê naskirin û nexweş ketiye. Akdenîz bibîr xist ku ji ber rewşa xirab a hevjînê xwe bang li ambûlansê kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Akdenîz diyar kir ku hê jî hevjînê wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ye.
‘BIRSÎTÎ DESTPÊ KIR’
Akdenîz destnîşan kir ku bi rojan di bin dorpêçê de man û lawirên wan hemû telef bûne, bal kişand ku gihiştin sînorê birsîbûnê.
‘ZAROKÊN ME EW HOVÎTÎ DÎTIN’
Akdenîz bal kişand ser rewşa zarokên ku ew bûyer bi serê wan hatin û dîtin û wiha got: “Zarokên me hovîtî bi çavê xwe dîtin û jiyan, ji tirsan ji bin beteniyan dernakevin.”
“ME RIZGAR BIKIN”
Akdenîz a bang kir : “Me û zarokên me ji vê hovîtiyê rizgar bikin” diyar kir ku tişta jiyan kirî ne ji zilmê cuda bû.