Li gundê Talatê bîrdariyeke berxwedanê: Zinarîn Botan
Gundiyên Talatê wê rojê şahidî ne ji şerekî re lê ji dastanekê re kirin. Dema ku artêşa Tirk dora fermandar Zinarîn pêça û bi anonsê got, 'radest bibe' bi gotina 'alçaxno, hûn radest bibin' bersiva xwe girt.
SEDAT SÛR
EDENE / ANF
sêşem, 4 avrêlê 2017, 08:32
Artêşa Tirk, piştî ku 11’ê Sibatê gundê Xirabê Bava yê li herêma Omerya ya Nisêbîn Mêrdînê dorpêç kir, hefteyek şûnde gundê Talatê yê li heman herêmê jî dorpêç kir. Wê demê yek ji fermandara HPG’ê Zinarîn Botan (Hacîre Tanhan) ku li gundê Talatê bû, li dijî êrîşa hêzên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan da û dastaneke din li têkoşîna azadiyê ya Kurdan zêde kir.
Fermdandar Zinarîn heta guleya dawîn li ber xwe da û li dijî gotinên ‘’radest bibe’’ bi gotina ‘’alçaxno, hûn radest bibin’ bersiv da û guleya dawî bi xwe de teqand. Wê rojê li gundê Talatê yê ku şahidî ji dastana lehengiyê ya fermandar Zinarîn re kirî, dirûşmên berxwedanê yên Zinarîn olan da.
Cêwiyê fermandar Zinarîn Botan Halîl û xwîşka wê Bedriye Tanhan fermandar Zinarîn Botan ji ANF’ê re vegotin û gotin, ‘’Dema ku berxwedana Zinarîn me bihîst em şaş neman, ew ji zaroktiya xwe ve xwedî karektereke wêrek bû’’ û diyar kirin heta bi dawiyê ew ê li têkoşîna wê xwedî derbikevin.
‘SERHILDANA PÊŞÎ YA ZINARÎN: TEVLÊBÛNA LI HILBERÎNA GUND’
Zinarîn Botan sala 1983’an li herêma Omeryan, li gundê Cibilgiravê weke zarokeke cêwî tê dinê. Jidayikbûna Zinarîn rastî li wan deman tê ku tevgera PKK’ê li Mêrdînê û herêma Omeryan bi gel re gihaye hev û têkoşîna çekdar geş bûye. Gundê Zinarîn Cibilgiravê jî vê demê di nav wan gundan de cih digire ku PKK’ê hembêz dike û desteka aktîf dide têkoşînê. Serhildana pêşî ya Zinarîn ku zaroktiya wê li devereke wiha ku têkoşîna tevgera azadiyê lê geş e û welatparêz e derbas dibe, li dijî karê malê ye. Zinarîn li dijî rewşa zilamserweriya klasîk ku jinan li derveyî hilberînê dihêlin û hepsî karê navmalê dikin serî radike û bi birayê xwe yê cêwî re dest bi karê derve dike. Cêwiyê Zinarîn Halîl berxwedana pêşîn a Zinarîn wiha dibêje, ‘’Zinarîn digot ez di karê navmalê de naxebitim, ez ê jî bi we re werim karê rez û baxçe. Zinarîn nedişibiya kesekî, biryardar, wêrek û zîrek bû. Bi van taybetmendiyên xwwe, li gund bi mêran re kete nav hilberînê û bi me re dixebitî.’’
‘ZINARÎN, BÎRDARIYA WÊREKIYÊ BÛ’
Cêwiyê Zinarîn dibêje Zinarîn di demeke kurt de bi kurikan re bi gogê dîlist û her wiha lîstikên dî jî û li dijî zarokên dî ku hatibûn li wî bixin Zinarîn ew parastiye. Halîl wiha dibêje: ‘’ Dema ku êrîş bi ser min de anîn, Zinarîn bi wê wêrekiya xwe bi ser wan de diçe û min diparêze. Rojekê serê min şikandibûn, Zinarîn pir hêrs bû û gote min, ‘Xeman nexwe, ez ê tola te hilînim’. Bi rastî jî tola min ji wan kesan stand.’’
Zaroktî û salên pêşî yên ciwantiyê jî yên Zinarîn di wan salan de ye ku dewlet li dijî gundan her cure zext û zordariyê dike û êşkenceyê zêde dike. Wan deman Zinarîn li dijî gerîlayên ku têne gundan jî girêdayineke xurt hîs dike.
‘DI BIN ÇAV DE LI BER XWE DIDE’
Salên 90’î li ser gundên Cibilgiravê ferzkirina qorîcitiyê jî li zext û zordariyên heyî zêde dibe. Hêzên dewletê ku tim bi ser gund de digirin û êşkence bi gundiyan dikin, li ser malbata Zinarîn jî zext û zordariyê dike. 1996’an Zinarîn û cêwiyê wê Halîl têne binçavkirin. Halîl dibêje rojekê tim êşkence li wan kirin û dijûn li wan hatin kirin. Halîl dibêje ew li qereqoleke li herêma Omeryan hatin hiştin, Zinarîn li vir jî berxwedanek nîşan da û dibêje, ‘’Zinarîn li vir jî serê xwe berjêr nekir, di bin çav de jî hewl dida ku min biparêze, li xwe nedifikrî, li min difikirî.’’
‘BIÇÛKA ME BÛ LÊ KANA ME YA HÊZÊ BÛ’
Di kesayatiya Zinarîn de ku hê nû gava xwe avêtibû ciwantiyê fedekarî, ked, biryardarî û wêrekî weke taybetmendiyên sereke derdiketin pêş. Piştî ku Zinarîn û cêwiyê wê hatin binçavkirin, Halîl dibêje bavê wan Huseyîn Tanhan ji bo ku li gund pir zext li ser wan hene diçine Edene. Xwîşka Zinarîn Bedriye dibêje ji ber ku bavê wan û birayê wan ji mal derdiketin, bi Zinarîn re karê derve jî bi rê ve dibirin û Zinarîn wê demê hemû berpirsyariyê hildigire.
Xwîşk Tanhan dibêje di mijara karê derve tecrûbeya wê nebû û wiha didomîne: ‘’Zinarîn ez jî malbat jî li ser piya dihişt. Karê baxçe jî, karê derve jî Zinarîn dikir. Di wî temenî de li gel ku ji me biçûtkir jî bû ji bo me kana hêzê bû Zinarîn.’’
‘LI PEY SOZA KU DAYÎ ŞEHÎD BAGER DIÇE ÇIYAN’
Zinarîn êdî jineke ciwan e ku hemû berpirsyariya malê girtiye ser milê xwe, biryardar, li şertên gund gelek tabûyên zilam-serweriyê têk şikandiye. Têkoşîn û şer geş dibû, gerîla jî li herêma Omeryan her ku diçû aktîftir dibû. Vê demê gerîla tim bi gundê Cibilgiravê re di nav têkiliyê de ye. Zinarîn bi hîsên kûr ên welatparêziyê, bi girêdaneke mezin nêzî wan gerîlayan dibe ku têne gund û her cure destekê dide wan. Ji gerîlayekî ku tê gund, ji Bager re dibêje, ‘’Heval, ku tu şehîd bibî ez soz didim ku rahêjim çeka te û bibim şopdarê te’’ Piştî vê soza Zinarîn demeke dirêj derbas nebû, Bager û du hevalên xwe 1998’an li herêma Omeryan di şerekî de şehîd dibin.
‘ZINARÎN TI CARAN SOZA XWE JI BÎR NEKIR Û BI CIH ANÎ’
Zinarîn li pey soza xwe dimîne û tevdigere. Xwîşka wê Bedriye wiha dibêje: ‘’Em li pêş du hewldanên wê yên pêşî bûne asteng. Min jê re digot, ‘’neke, neç’’ lê wê digot, ‘min soz de şehîd Bager. Çawa jî be ez ê soza xe bi cih bînim. Me jî dizanîbû ku Zinarîn wê soza xwe bi cih bîne.’’
Jixwe wiha jî bû. Zinarîn piştî ku 1999’an Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi komployekê tê girtin Sibatê careke dî hewl dide, vê carê hemû astengiyan derbas dike û dikeve rêya hevrêyê xwe yê ku şehîd bûyî, soza xwe bi cih tîne û dikeve rêya çiyayan.
Tanhan dibêje Zinarîn hê di ciwantiya xwe de tevlî nav gerîla dibe lê wê tim bawer kiriye ku Zinarîn wê bi ser bikeve, ê têkoşînê bi layiqî bike.
GUNDIYÊN TALATÊ ŞAHIDÎ NE JI GUNDIYAN RE LÊ JI DASTANEKÊ RE KIRIN
Zinarîn Botan ku li gelek qadên Kurdistanê kedeke mezin dayî, têkoşiyayî, li herêma Omeryan ku zaroktiya wê lê derbas bû û qada Mêrdînê bi têkoşîn û helwesta xwe bû fermandareke wiha ku gel pir pê bawer bû.
Hêzên dewletê 11’ê Sibatê ji çar aliyan ve herêma Omeryan dorpêç kir, li dijî gundê Xirabê Bava êrîş anî. Piştî van êrîşan bi heftiyekê gundê Talatê jî dorpêç kir. Zinarîn û hevrêyên wê jî yên ku li gundê Talatê bûn ji hêla hêzên dewletê ve hatine pêçan.
Cêwiyê Zinarîn Halîl wiha behsa wan kêliyan dike: ‘’Zinarîn û fermandara Soro li heman cihî bûn. Dijmin êrîşeke giran tîne, wê demê dengê Zinarîn olan dide. Gavekê jî bi paş ve navêje, li dijî gotinên ‘’radest bibe’’ ên anonsan dibêje ‘’alçaxno, hûn radest bibin’’. Dirûşmên berxwedanê yên Zinarîn li çar hêlên gund olan dide’’ Halîl dibêje, gundiyên ku van ev tişt jê re gotin, nikaribîbûn bi hêstirên çavê xwe û li pêş berxwedana lehengî ya Zinarîn hijmetkariya xwe nîşan didan.
‘ZINARÎN BI GULEYA XWE DAWÎ, DAWÎ LI JIYANA XWE TÎNE’
Malbata Zinarîn Botan ku bi şehedatê dihistin diçine Qoserê ya Mêrdînê û li vir radijin cenazeyê ê. Xwîşk Bedriye dibêje dema ku karê rahiştina cenaze dikirin, memûrekî li cem wan got, di dema şer de ew jî li herêmê bû û şahidî ji berxwedana Zinarîn re kiriye û wiha got: ‘’Dema ku me hewl dide ku cenaze bibin memûrekî ku em dişopandin got li herêma ku Zinarîn şehîd bûye ew jî li wir bûye. Memûr got, ‘’Ez jî di wî şerî de bûm, 15 deqe me ji xwîşka te re got radest bibe, lê wê bi dirûşmeyan bersiv da me. Ne me xwîşka te kuşt, bi guleya xwe ya dawî, wê dawî li jiyana xwe anîn’’ Gundiyan jî heman tişt ji me re gotin. Xwîşka min bi fedaî li ber xwe da û şehîd bû.’’
‘EM Ê HETA DAWIYÊ GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNA WÊ BIN’
Halîl û Bedriye Tanhan dibêje helbet ew pê diêşin ku xwîşka an jiyana xwe ji dest daye lê ew ê girêdayî an îdealan bin ku di rêka wan de Zinarî şehîd bûye û hewce bike ew ê berdêlan jî bidin. Xwîşk Tanhan dibêje dewleta Tirk ji cenazeyê Zinarîn jî ditirsiya, ji bo ku di dema cenaze de dirûşm neyên berzkirin û ala neyên vekirin, ji hêwa ve û bejahî ve e hatibûne pêçan. Cêwî Halîl dibêje Zinarîn li gundê ku lê hatiye dinê, Cibilgiravê ew veşartine û ew ê zilma ku di dema cenaze de li wan hatiye kirin qet ji bîr neke. Halîl Tanhan got ew li pêş bîranîna şehîdan bi hurmetdarî bejna xwe ditewîne, slav li gerîlayna kir û got, heta dawiyê ew ê têkoşînê bidomînin.’’