Li gorî dozger 8 sal ceza hindik e!

Dozger diyar kir ku 8 sal cezayê ku li Bekîr Kaya hatiye birîn, hindik e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya piştî ku qeyyûm li şûna wî hatibû peywirdarkirin, hatibû girtin. Dadgehê 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû Kaya. Dadgehê ji ber meşekê doz li Kaya vekiribû û biryara beraetê dabû. Dozger îtîrazî biryara beraetê kir û serî li Dadgeha Adliyeyê ya Herêmî ya Erziromê da.

Dozger diyar kir ku biryara beraetê ya ji ber meşê ne rast e û divê ceza were dayîn.

KAYA: TU BENDEWARIYA MIN TUNE!

Kaya di dadgehê de ev tişt gotibû, “Dibe ku ez di warî şexsî de mexdûr bibim, hevjîna min û zarokên min mexdûr bibin. Ev mexdûriyetên şexsî ne. Ez gelekî baş dizanim ku ev mexdûriyetên me yên şexsî wê piştre bibe destkeftineke civakî. Tu bendewariya min ji dadgehê tune. Ceza li min hatiye birîn an jî nehatiye birîn, tu wateya wê tune. Ji ber vê jî biryara we ne li xema min e.”