Li gorî AKP’ê helbestên Ehmedê Xanî ‘bi guman e’

Waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû helbestên Ehmedê Xanî, Ahmet Arîf û gotinên stranan ên Tahsîn Taha û M. Arifê Cizrawî yên li Kolana Hunerê rakir.

Li Wanê bêtehamuliya li hemberî Kurdî zêde dibe. Walî û qaymaqam êrîşî dîrok û nirxên Kurdan dikin.

Navê hemû kolanên bi Kurdî bi navên wekî Turkoglû, Emniyet, Cezaevî, Şeyh Şamîl û Osman Çavûş tê guherandin.

 Li Parka Hunerê ya Wanê di dema şaredariya DBP’ê de, walî û emniyetê xwestin li wê derê qereqolekê çêbikin. Lê ji aliyê şaredariya bajarê mezin û ya Îpekyolû ev der bû parka bajêr.

GOTINÊN BI GUMAN HENE!

Piştî ku şaredarî hatin xespkirin, waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû talîmat ji kaymakaman re şand da ku bi nivîsên îddîaya ku ‘propagandaya rêxistinê dike’ werin rakirin.

Qaymaqamê Îpekyolûyê Cemîl Ozturk bank rakir ên ku helbest û gotinên Ehmedê Xanî, Ahmet Arîf, Tehsîn Taha, M. Arif Cizrawî, Yilmaz Guney û Ahmet Kaya li ser wan hebû.