Li girtîgehên Tirkiyeyê 4 hezar zarok hene

Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban got, nêzî 4 hezar zarok li girtîgehên Tirkiyeyê hene ku 170 ji wan penaber in, nêzî 700 jî zarokên heta 6 salî ne.

Li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 3 hezar zarokên 12-18 salî hene. Nêzî 700 zarok jî hîn 0-6 salî ne ku bi dayikên xwe re ne. Zêdeyî 170 jî zarokên penaber in. Bi vî rengî hejmar digihêje 4 hezarî. Dewleta Tirk bi avakirina girtîgehên nû nîşan dide ku ev hejmar wê zêde bibe. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban diyar kir, girtina van girtîgehan daxwaza wan a bingehîn e.

Li şûna parastina mafên zarokan, dewleta Tirk her roj girtîgehên zarokan ava dike û bi vî rengî zarokan ji civakê qut dike. Bi îzolekirina zarokan re rê li ber rîsk û pirsgirêkên psîkolojîk ên giran vedike.

Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban ji ANF'ê re axivî û got, "Piştî ku em binpêkirina mafên zarokan tespît dikin, yekser diçin dîtina mafên wan hatine binpêkirin. Li Amedê bi taybetî pirsgirêkên der barê zarokên girtiyên siyasî de digihêjin ber destê me. Di çarçoveya TMK de nêzî zarokên girtî yên siyasî dibin, mîna ku mirovên mezin in helwest li dijî wan tê nîşandan û ji her alî ve bi wan didin hîskirin ku ew siyasî ne. Li gelemperiya Tirkiyeyê, li girtîgehên zarokan şert û mercên jiyanê bi giştî nebaş in û şîdet li zarokan tê kirin."

DI NAVA 5 SALAN DE 13 ZAROK MIRIN

Parêzer Emîn Çoban bi bîr xist, ji 12 heta 18 salî zêdeyî 3 hezar zarok li girtîgehan e û wiha dewam kir: "Piraniya van zarokan ji ber sûcên edlî girtî ne. Ji bilî van, 4-5 sal in zarokên penaberan jî hatine girtin. Zêdeyî 170 zarok in ku ne welatiyên Tirkiyeyê ne li girtîgehan e. Piraniya van jî welatiyên Sûriyeyê ne. Hejmara zarokên 0-6 salî yên bi dayikên xwe re dimînin, nêzî 700 e. Ji sala 2013'an û vir ve 13 zarok li girtîgehan mirin."

DIVÊ GIRTÎGEHÊN ZAROKAN WERIN GIRTIN

Parêzer Çoban diyar kir, divê girtîgehên zarokan werin girtin û got, dema ku zarok li girtîgehan ji civakê tên îzolekirin, wê çaxê rîsk zêde dibe ku di jiyana civakî de sûc bikin. Di dewama axaftina xwe de parêzer Çoban got, "Rehabîlîtekirina zarokan li girtîgehan nabe, divê li nava şert û mercên hîn baş bên rehabîlîtekirin û tevlî civakê werin kirin. Ji ber ku li gelek zarokan hejmareke zêde ya ceza tê birîn ku zarok bi xwe wateya wê nizanin. Edliyeyê û girtîgehan nas dikin. Li girtîgehan jî şîdet, îstîsmar û her şêweyên heqaretê dibînin. Ji ber vê yekê hinek hewl didin xwe bikujin. Her wiha metirsî heye ku ji aliyê wezîfedarên cemaweriyê ve bên kuştin."

XIZMETA CIVAKÎ JI WAN RE NAYÊ DAYIN

Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban işaret bi nebûna piştgiriya psîkologan kir û diyar kir ku ev yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Parêzer Çoban got, "Ne xizmeteke baş a tenduristiyê, ne jî piştgiriya psîkologan ji zarokan re tê dayin. Her wiha nikarin pisporên xizmeta civakî bibînin. Ev yek li pêşiya pêşketina civakî û şexsî ya zarokan asteng e. Dema ku zext li wan tê kirin, mafê wan tê binpêkirin, nikarin vê yekê ragihînin. Ya dema ku malbat diçin hevdîtinê ji wan re dibêjin, ya jî li îdareya girtîgehê gilî dikin. Ji xwe ev yek jî bê encam dimîne."