Li Girtîgeha Jinan a Amedê rewşa girtiyan xirab e

Emîne Abîş ku bi rêya telefonê ji keça xwe Berîvan Abîş re qala pirsgirêkên li girtîgehan kir, anî ziman ku hejmara mirovên bi vîrûsa koronayê ketine zêde ye, lê tevî jî test nayê kirin.

Binpêkirinên mafên mirovan ên di demê şewbê de li Girtîgeha Jinan a Amedê zêdetir bûye. Girtiya jin a bi navê Emîne Abîş, bi rêya telefonê li keça xwe Berîvan Abîş geriya û anî ziman ku li girtîgehê hejmara girtiyên bi şewbê ketine gelek zêde ye û li gel vê yekê jî testa şewbê nayê girtin.

‘DEMA HATE GIRTIN DI NAVA GIRTIYÊN FETO’YÊ DE HATE HIŞTIN’

Keça Emîne Abîş, Berîvan Abîş der barê hevdîtina li gel dayika xwe kir de axivî û anî ziman ku bi hinceta şewbê mafê girtiyan tê desteserkirin û got: "Dayika min ji doza Sûrê tê darizandin û niha li girtîgeha Amedê girtî ye. Dayika min di sala 2017’an de serbest hate berdan û berî du mehan dîsa hate girtin. Dema dayika min hate girtin ew li Girtîgeha Edirneyê di nava girtiyên FETO’yê de dihat hiştin. Li gel hemû serlêdanan jî dîsa dayika min di wê girtîgehê de dihat girtin. Herî dawî sewqî Amedê hate kirin û ev nêzî meheke li Girtîgeha Jinan a Amedê de tê girtin. Dema ku sewqa dayika min ji Edirnê ji bo Amedê çêdibe, wê bi wesayîta zirxî û destê kelepçekirî heta Amedê anî bû. Di wesayîta zirxî de bizîr girtiye û bi nexweşiyê ketiye. Piştî ew anîn Amedê di girtîgehê de diranên wê iltihap girtiye, tamê nastîne û canê wê direcife. Li gel vê yekê jî dayika min nabin nexweşxaneyê. Rojek nexweşiya dayika min giran dibe û rêveberiya girtîgehê dibêje, em nikarin te bibin nexweşxaneyê û ji ber şewbê revir jî girtiye. Rêveberiya girtîgehê bang li ambûlansê dikin û tenê derziyekê li canê wê dixin û dîsan dibin qawîşê.”

‘EZ JI TENDIRÛSTIYA DAYIKA XWE BI FIKARIM’

Abîş anî ziman ku ew ji rewşa tenduristiya dayika xwe bi fikare û wiha pê de çû: “Şewb her ku diçe zêde dibe û ev yek li girtîgehê du qate. Dema ku ez bi telefonê li gel dayika xwe axivîm, dayika min got, her roj têne qawîşê lêgerînê dikin û tenê lepikekê dixin destê xwe û her cihê serobin dikin. Ji serdanên malbatan tinene, şewb belav bibe jî ji gardiyana belav dibe. Dîsa dayika min got, hejmara kesên bi şewbê ketine gelek zêde ye û bi ti awayî testa şewbê jî nakin. Rewşa dayika min xirab e. Ez ji tendirûstiya dayika xwe bi fikarim.

Dîsa dayika min anî ziman ku rewşa du hevalên wan gelek giran e û li gel vê jî nayê dermankirin. Di vê dema şewbê de ku yekane aktivîteyên wan pirtûk in, di nava 2 mehan de ji bo her yekê 10 pirtûk hatiye sînordarkirin. Hinek pirtûk ji bi hinceta xeterin nadin. Dîsa ji derveyî weşanên medyaya alîgir rojname, komar, xaçepirs û pirtûkên destan bi temamî dayîna me qedexe ye."

Abîş destnîşan kir ku ji ber ku dayika wê di girtîgehê de ew bi çar bira û xwiş bi tenê mane û got: “Mezina malê ez im û ez jî ji bo debariya jiyanê neçarim bixebitim. Li malê jî tenê bira û xwişka mina biçûk li malê dimîne. Ez dixwazim dayika min berî rojekê were berdan.”