Li Girê Amediye û Sîdayê dagirkeran derb xwarin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sîda li dijî artêşa Tirk a dagirker 4 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de gerîla derb li dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer ev agahî parve kir:

“Hêzên me li Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye û Sîda li dijî dagirkeran 4 çalakiyên bi bandor li dar xistin.

Artêşa Tirk a dagirker, herêmên Berxwedanê; Du caran bi çekên kîmyewî, 12 caran bi balafirên şer, 24 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine kirin û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

3’ê Kanûnê saet 10:30, 11:00 û 15:00’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Sîda ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve 3 caran bi çekên giran hatine derbkirin. 

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Maraş de; 

3’ê Kanûnê saet 14:00’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi çekên ferdî hatin hedef girtin.

Helîkopterên Skorsky ku di şeva 3’ê Kanûnê de xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dakevin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Piştî derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî pêk aniye;

3’ê Kanûnê saet di navbera 17:00-18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Botan ên herêma Berxwedana Çemçoyê 2 caran bi çekên kîmyewî hatiye bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye;

Di 2 û 3’ê Kanûnê de herêmên Golka û Gundê Şêlazê yên Metîna û Herêma Berxwedanê ya Çemço 12 caran bi balafirên şer bomberdûman kirine.

Di 3'ê Kanûnê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye, Kurojahro, Çemço û Saca 24 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 3’ê Kanûnê de Herêmên Berxwedanê Çemço, Sîda, Girê FM û Girê Amediyê bi obus, tank û çekên giran bomberdûman kirin.”