Li Geverê zarokek û kesek hatin girtin

Li Geverê yek jê zarok du kesên ku di 9’ê Cotmehê de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. Hate diyarkirin di nezaretê de şîddet li wan hatiye kirin.

Di salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Taxa Gungorê ya Geverê zarokê bi navê O.Ç. (17) û Erdem Keskîn ê 20 salî hatibûn destgîrkirin.

Bi hinceta ku ‘agir pê xistine’ yek jê zarok du kesên ku hatibûn destgîrkirin û hate diyarkirin piştre li qereqolê şîddet li wan hatiye kirin.

O.Ç. û Erdem Keskîn derxistin Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya Geverê û li vir biryara girtina wan hate dayîn.

O.Ç. û Erdem Keskîn şandin Girtîgeha Girtî ya Wanê.