Li Geverê gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin

Leşkerên Tirk li Geverê dest bi operasyona qirkirina siyasî kir û gelek kesên ku tê gotin şivan in, bi êşkenceyê destgîr kirin.

27'ê Tîrmehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîta eskerî de teqînê rû da. Teqîn li nêzî gundê Yêkmala Jêrî ya di navbera Gever û Şemzînanê de pêk hat. Di teqînê de 11 jê giran 19 esker birîndar bibûn. Piştî teqînê, derdorên gundan, hemû rêyên çûyîn û hatinê yên navbera Gever û Şemzînanê heya 8 saetan hat girtin û dorpêç kirin.

Eskerên li herêma teqînê lêkolîn kirin, bi şev nêzî 10 gundî û 2 şivanên li gundên Pagê û Yêkmala Jêrî destgîr kirin. Gundî doh bi şev hatin berdan. Lê şivan Levent Er û Harûn Geçîrgen hîn destgîrkirî ne. Hat diyarkirin ku êşkence li şivanên destgîrkirî hatiye kirin. Di heman demê de Miduriyeta Polîsan a Geverê, derbarê bûyerê bang li Azad Geçîrgen û 2 kesekên navên wan nehatin zanîn, kirin ku biçin qereqolê û îfade bidin.

Ji bo şivanên destgîrkirî û 3 kesên çûn Miduriyeta Polîsan îfade bidin, biryara sînordarkirina parêzeran hatiye dayîn.