Li Geverê êşkence li malbatekî hate kirin

Derket holê ku dema beriya mehekî polîsan bi ser malekî li navçeya Gevar a Colemêrgê de girtine, êşkence li hemû malbatê kirine.

Tişta ku hat serê Malbata Ozçuk careke din nîşan da ku êşkenceya li Tirkiyeyê ji qereqolê belavî li her derê bûye. Polîsên Tirk li Taxa Kişlayê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê bi ser malekî de girtin û deriyê malê şikandin. Polîsan êşkence li Bariş Ozçûk kirin ku li malê razayî bû. Polîsên ku piştre Ozçuk derxistin balqona malê, wî tazî kirin û ava sar bi ser wî de kirin. Ozçuk di wê kêliyê de bi hewar alîkariyê ji derdor xwest. Bavê wî Nadî Ozçuk ji bo rizgarkirina kurê xwe bi polîsan re kete nava nîqaşê. Polîsan êşkence li Bav Ozçuk û Dayik Saliya Ozçuk kirin. Saliya Ozçuk ku bi pihînan lê xistin, di nav xwînê de ma. Rapora malbatê ku girtiye, êşkenceyê eşkere dike.

ÊŞKENCE BI RAPORAN HAT EŞKEREKIRIN

Di wê kêliyê de Hatice Ozçuk hat malê û dît ku Bariş Ozçuk li kêleka diwarê dilerize. Piştre Bariş Ozçuk li wesayîta zirxî siwar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Ozçuk ku di wesayîta zirxî de jî hat êşkencekirin, çek danîn ber devê wî û gef lê xwarin. Di danê nîvroyê de Ozçuk birin nexweşxaneyê û rapora derbkirinê girt. Êşkenceya ku hatî kirin bi vê raporê re hat eşkerekirin.

Parêzerên ku xwestin polîsên êşkencekar bên tespîtkirin gotin ku êşkence bi rapora nexweşxaneyê eşkere bûye û diyar kirin ku êşkence sûcê mirovahiyê ye.

Parêzaran têkîldarî bûyerê pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Bariş Ozçuk ku di dema bûyerê de pir êşkence dît, nêzî mehekî ye li girtîgehê ye.