Li Geverê dorpêç û talana leşkeran dewam dike

Hêzên dewleta Tirk gelek gundên bajarokê Bajêrge yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç kirin, deriyên malan şikandin û darên fêkî yên gundiyan birîn.

Leşkerên Fermandariya Jendermeyan a Geverê di 3’yê Adarê de li gelek gund û gundikên bajarokê Bajêrge yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyon dabû destpêkirin û hêj jî didome.

Vê pêla terorê ya hêzên dewleta Tirk li gundên Şîşemzîn, Xurekan a Seyîda, Xurekan a Temo û qada Astenga Reş ên girêdayî Bajêrgeyê hatibû destpêkirin û gundên Dirbêsan û Dotkanê jî li qada operasyonê hatin zêdekirin.

Gundê Qesranê ji hêla bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û leşkerên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê dihatin sekinandin jî li herêmê hatin veguhestin. Operasyona leşkerî ku li Qesran û 6 gundên din tê domandin, xelkê herêmê mexdûr dike. 

Gundê Qesranê ev 7 sal in weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin. Li gorî agahiyan; leşker bi wesayîtên zirxî li pêşiya malan disekinin. 

Hat ragihandin ku leşkeran li qadên Mêvan Ava, Dola Gota û Çiyayê Kotolê fotokapan bi cih kirine. Operasyona li gundê Qesranê hatiye destpêkirin, li gorî rêzê li gundên Şahê, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal, Êlê û li gelek mezrayan hate berfirehkirin. 

Gundê Êlê, di 17’ê Adarê de weke “Herêma ewlekariyê ya taybet” hate ragihandin û li gund tenê 4 malbat dijîn. Hat ragihandin ku leşkeran derî û pacên malan şikandine û lêgerîn kirine. 

Her wiha li gundên Êlê, Pagenk û Kawle Gund jî leşkeran operasyon berfirehtir kirine û li dora gundên navborî wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkeran li mêrgên gundên navborî kon vegirtine. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkeran dêra ermenan a li gundê Êlê veguherandine klûbeya nobetê. 

Li hêla din, hat ragihandin ku leşkeran li gundên Kawle Gund, Pagenk û Êlê darên welatiyan ên gûz û sêvan birîn û şewitandin. 

Dema leşkeran dar dibirîn û deriyên malan dişikandin, welatiyekî hewl da van kêliyan bi telefona xwe bikişîne lê leşkeran dest danîn ser telefona wî.