Li Geverê dagirkeran ji 2 baskan ve dest bi êrîşa leşkerî kirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Geverê li qadên bejahî, gund, zozan û gundikan dest bi êrîşeke berfireh a leşkerî kirin.

ÊRÎŞA LEŞKERÎ

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê v^sibehê dest bi êrîşa leşkerî kir. Hate ragihandin ku li gelek gundên Geverê ji aliyê bi sedan leşker û cerdevanan ji 2 baskan ve êrîş hate destpêkirin. Hate ragihandin ku êrîş li bejahiya gundên Memkawa, Mûşan, Nêbari, Bajêrge, Kelê, Xurekan Seyîda û Xurekana Temo hate destpêkirin. Li gorî agahiyan dagirker ji warê axa, warê keska û Serrazayê derbasî bejahiya Memkawa û ji Dola Qubê jî derbasî gundê Nêbarî bûne.

Ji serê sibehê ve helîkopter û wesayitên zirxî sewqî herêmê têne kirin.

LI GELIYÊ DIRIYAN OPERASYON

Her wiha li Geliyê Diriyanê, li bejahiya gundên Bilindbasan, Soryan, Dêlezi, Morê, Şahê û Pagenkê êrişa leşkerî ya 15'ê Mijdarê destpê kir dewam dike.