Li Geverê çalakiya sabotajê

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Geverê li dijî 2 dozerên leşkeran çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de herdu wesayît hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayan li 30’ê Mijdarê li Geverê li dijî 2 dozerên artêşa Tirk çalakiya sabojatê kirine. HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî gahî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

“Ev demek e ku artêşa TC’ê ya dagirker di navbera gundê Aliyawa û Kendalokê ya navçeya Gever a Colemêrgê de  rêya ewlehiyê çêdike. Hêzêm me roja 30’ê Mijdarê seat 19:40’an  li dijî 2 dozerên leşkeran ku li ser rê dixebitin çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de herdu wesayît hatin rûxandin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi rêk û pêk herêm bi çekên giran gulebaran kir.

GARE

Roja 28’ê Mijdarê di navbera seat 14:00’an û 14:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Babil a herêma Gare ya Hêrêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyên me çênebûn.

HEFTENÎN

Dîsan roja 29’ê Mijdarê seat 16:10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Şehîd Kendal a herêma Heftenîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de hevalekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.”