Li Gever û Çelê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş" de hatin lidarxistin, agahî da.
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş" de hatin lidarxistin, agahî da.
Daxuyaniya li ser mijarê li malpera HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:
"Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê li hemberî artêşa TC a dagirker çalakî lidar xistin.
23'ê Tîrmehê saet di 13:30 de, hêzên me li leşkerên dijmin ên li navbera girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li Geverê xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.
Hêzên me, roja 24'ê Tîrmehê saet di 07:00 de, li leşkerên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li Çelê xistin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
22'ê Tîrmehê saet di 06:00 de, hêzên me li qereqola Tepê Marûka yê li Çelê xistin. Leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker obus û hawan avêt herêmê."