Li Gever û Çelê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG’ê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin.

Gerîlayên HPG’ê li dijî Girê Hawan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê di saetên sibehê de çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya bi du baskan hate lidarxistin de, kon û çeperên leşkeran hatin hedefkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG’ê îro saetên sibehê li dijî leşkerên li Girê Havan ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûn ji du baskan ve çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya bi çekên navîn ê otomatîk û ferdî hate bikaranîn de, baskê yekem ê çalakiyê çeperên leşkerên ku bi cih bûne xistin.

Baskê duyemîn jî li dijî çeperan çalakî lidar xistin, leşkerên ku ber bi konan ve direviyan kirin hedef.

2 leşker hatin kuştin, çeper û kon bi temamî hatin rûxandin.

LI GEVERÊ JI BO ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ ÇALAKÎ

Li dijî leşkerên li Girê Elî Şêr ê li ser xeta sînor ê navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya li dijî leşkerên kom bibûn û di nobedê de hate lidarxistin de, di mesafeya nêz de li leşkeran hate xistin. Li vir leşkerek hate kuştin.

Çavkaniyên gerîalyan diyar kirin ku çalakiya li Girê Elî Şêr lidar xistine, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û Şehîd zerîn lidar xistine.