Li Gever, Çelê û Qilabanê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG’ê, li Gever, Çelê û Qilabanê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla ev agahî parvekirin: “Hêzên me di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li navçeyên Çelê, Gever ên Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidar xistin.

22’yê Cotmehê saet 10:40’an hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku ewlekariya rê ya diçû Girê Şehîd Rehîme a li Herêma Oremar a girêdayî Geverê dikirin çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin. Dîsa heman rojê saet 11:30’an hêzên me, kepçeya rê çêdikir kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.

22’yê Cotmehê saet 13:00’an hêzên me, li Girê Şehîd Elîşêr ê girêdayî Geverê li dijî yekîneyeke ya dijmin çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

22’yê Cotmehê saet 12:00’an hêzên me, çalakiyek li dijî leşkerên Tirk a dagirker li Girê Koordîne lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi xurtî hatin lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI QILABAN LI DIJÎ ÇEPERÊN LEŞKERAN ÇALAKÎ

21’ê Cotmehê saet 07:00’an hêzên me, leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Yekmal a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê kirin hedef û çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeper û nîzamiyeya dijmin hate hedefkirin û lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI MÛTKÎ ŞER

10’ê Cotmehê li devera Geliyê Mûtkî yê girêdayî navçeya Mûtkî ya Bedlîsê gerîlayên me û hêzên dijmin rastî hev hatine, li vir şer qewimiye. Di şerê rû dayî de hejmara kuştî û birîdarên dijmin nehate zelalkirin, her wiha gerîlayekî me şehîd ketiye.

Nasnameya gerîlayê me Ferhat ê bi qehremanî li dijî dijmin şer kir û şehî ket wiha ye:

 

Nasnav: Ferhat Sîpan
Nav û Paşnav: Baran Bîrdal
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayikê-Bav: Nurgul - Nûrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs/10’ê Cotmeha 2017