Li Germiyanê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin-NÛ BÛ

Li Germiyanê bi tevlîbûna sedan kesî salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

15’ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) li çiyayên Kuridstanê şerê çekdarî li dijî dagirkeriya Tirk dest pê kir û guleya yekemîn hate teqandin. Ji bo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Germiyan a Başûrê Kurdistanê şahiyek hate lidarxistin.

Duh bi amadebûna sedan welatiyên herêma Germiyan  salvegera 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîroz kirin. Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

'ŞOREŞA ROJAVA BERHEMÊ PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ YE'

Piştre li ser navê înîsyatîfa gel Elî Germiyanî axivî û wiha got; “Hejmara hevalên ku ev pêngav dane destpêkirin kêm bû lê belê di aliyê mejî de asta şoreşgeriyê bilind bû. Bi pêşengiya fermandar Egîd û 22 gerîlayan li Bakûrê Kurdistanê pêngavekî dîrokî dest pê kir. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhema vê pêngavê ye.”

'FIKRÊ PKK'Ê JI BO VÊ QONAXÊ DERMAN E'

Elî Germiyanî wiha domand; “Niha li Başûrê Kurdistanê rewşa aboriyê xirab e pêwîstî bi fikrên nû heye û ev qonax bê derbas kirin. Ji bo vê qonaxê jî fikrê PKK’ê weke derman e. Divê em hemû ji vî fikrê bawer bikin û têbikoşin ku heta vê qonaxê em derbas bikin.

Piştî axaftinan koma Mezopotamya û koma Şehîd Serhed derketin ser dikê û hûnerên xwe pêşkêş kirin. Li aliyê din koma şanoya Kurdistana nû şanoya vejînê pêşkêş kir ku naveroka şanoyê qala çîroka 15’ê Tebaxa 1984’an dikir.

Pîrozbahiya  15’ê Tebaxê bi govendê bi dawî bû.