Li Gabarê çalakiya gerîla: Leşkerek mir, 3 wesayîtan derbe xwar

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla di dawiya meha Hezîranê de li Gabarê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek pêk aniye. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 3 wesayîtên zirxî derbe xwar.

Di daxuayniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê dewam dike de hêzên me 30’ê Hezîranê saet 12:30’î li dijî leşkerên Tirk ên li Qerqola Girê Cotyar a li devera Gabar ya Şirnexê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li leşkerên Tirk hate xistin de, 3 wesayîtên leşkerî hatin derbkirin, leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

24’ê Hezîranê artêşa TC’ê di saetên şevê de li devera gundê Şelê ya girêdayî navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribû. Di encama êrîşên hewayî ya di çarçoveya operasyonê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Wê piştre agahiyên berfireh ên têkildarî hevrêyên me bi raya giştî re bê parvekirin.

30’ê Hezîranê balafirên şer ên TC’ê di saetên şevê de devera Kartal a girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê ya Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan bi hêzên me nebûye.”