Li Gabar, Xakurkê û Avaşînê êrîşên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, dewleta Tirk a dagirker qada Gabarê ya Şirnexê û gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di navbera 9 û 23'ê Nîsanê de rejîma Tirk êrîşên hewayî li herêmên Gabar, Xakurkê û Avaşînê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "9'ê Nîsanê saet 20:30'î zeviyên gundê Nekê yê herêma Gabarê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ve hatin bombekirin."

Li gorî daxuyaniyê, "11'ê Nîsanê li qadên Nekê, Çelêsor û Zivingorê yên Gabarê operasyonê dest pê kiriye. Hêzên operasyonê 13'ê Nîsanê bi rengekî bê encam xwe vekişandin."

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê wiha hate gotin:

"23'ê Nîsanê (doh) balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

Saet 14:00 qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê, êvarê saet di navbera 20:15-20:50'î de qada Werxelê ya Avaşînê û qadên Bêdehê û Sîda yên Zapê bombe kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me, lê zerar li cografya Kurdistanê bû. Her wiha bax û baxçeyên gundiyên li herêma Sîdayê zerar dîtin."