Li Farqînê kesek hate destgîrkirin

Di serdegirtina malan a polîsan a li navçeya Farqîn a Amedê de kesek hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, tîmên Midûryeta Emniyetê ya Farqînê avêtin ser malên li taxa Konakê. Di serdegirtina malan de kesekî ku navê wî nehate zanîn hate destgîrkirin. Di serdegirtinê de ku polîsên tîmên taybet jî tevlîbûn, kesê hate destgîrkirin temenê wî 20 û paşnavê wî jî Bekçî ye.

Di operasyonê de polîsan bi dedektoran li nava baxçe lêgerîn kirin lê tiştek bi dest nexistin.

Ciwanê ku hate destgîrkirin birin Emniyeta Midûryetê ya Farqînê.