Li Farqînê 3 koçer hatin girtin

Li Farqînê ji nav 5 koçerên bi êşkence hatin destgîrkirin, 3 jê hatin girtin.

Li Bameydanê ku gundikê Hêlînê ku gundekê Farqînê yê navçeya Amedê ye, koçer R.D (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28), M.S. (45) û leşkerên Tirk konên wan dan ber agir û ew bi êşkence destgîr kirin, piştî kar û barê wan ê dozgeriyê li Edliyeya Farqînê, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin.

R.D û M.S ku sewqê dadgehê hatin kirin,  serbest hatin berdan, 3 kes bi îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ hatin girtin.