Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Farqînê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqîn a Amedê di encama serdegirtina malan de 2 kes hatin binaçavkirin. Operasyonên saetên sibê ve destpê kirî dewam dikin.

Piştî şerê di saetên sibehê de li taxa Bahçelîevler a Farqînê derket û şûnde tax navçe hate dorpêçkirin. Bi desteka hewayê operasyon li herêmê hate firehkirin, hat diyarkirin ku leşker bi desteka helîkopteran li cihên bilind tên danîn. Di şerê rû dayî de kesek hate birîndarkirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Serdegirtinên malan dewam dikin. Polîsên li ser Rêya Amedê ketin malekê yek jê jin yek ji mêr xistin bi çavan. Kesên hatin binçavkirin bi hovane hatin derbkirin.