Li Erdîşê silk nîne lê febrîqeya wê heye

Li Erdîşê tevî ku febrîqeya şekir (silk) heye, çandina silkê ku ji bo bi hezaran însanî çavkaniya debarê ye, ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê nema tê kirin.

Yek ji herêmên berhemandar ên Wanê, navçeya Erdîşê ye ku gelek berhem lê çêdibin. Berhema sereke jî silk e.

Berê li navçeyê silk gelekî dihate çandin, lewma sala 1989'an li navçeyê febrîqeyeke silkê hate vekirin. Silka ku nêzî 30 sal in ji bo welatiyên herêmê çavkaniya debarê ye, êdî nema tê çandin.

Cotkarên ku bi salan e silkê li zeviyên xwe diçînin, êdî nema dikarin çandiniyê bikin, ya jî neçar dimînin tiştekî din biçînin. Ji ber ku silk li Erdîşê nema tê çandin, ji bajar û navçeyên din tînin vê derê.

DEWLETÊ KARÊ ÇANDINIYÊ QEDAND

Cotkarên ku bi salan e silkê diçînin, ji ber ku nekarî pereyê xwe ji dewletê bistînin, neçar man krediyê ji bankayan bistînin. Ji ber ku nekarî krediyê bidin, bankayan dest danîn ser zeviyên wan.

AKP ku ji bo karê çandiniyê biqedîne çi jê tê dike, herî dawî buhayê mazot û gubreyê zêde kir. Bi vî rengî çandinî û hilberîna silkê qedand.

Cotkarên ku gelekî mexdûr bûn, neçar man dest ji çandiniya silkê berdin. Cotkaran diyar kirin ku dewlet bi salan e wan talan dike û bê wateye ku ew berhemeke jê zerarê dibînin biçînin.

Cotkarekî ji Erdîşê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, got ku AKP û alîgirên wê dijminê hilberînê ne.

Cotkar, AKP weke felaketa herî mezin bi nav kir ku hatiye serê Tirkiyeyê û diyar kir, yekane armanca hikumeta AKP'ê mêtin û jêxwarin e.