Li Erdexanê ziyaretên HDP’ê yên ji bo dengê 'NA' didomin

Têkildarî referandûmê li Erdexanê xebatên NA’yê didomin. Bi vê armancê, endam û rêveberên HDP'ê serdana gundan kirin.

Xebatên ji bo ku referandûma 16’ê Nîsanê didomin. Yek ji devera ku xebat lê zêde ne Erdexan e. HDP, DBP’yî gund bi gund digerin û dibêjin divê çima dengê NA’yê were dayin.

Wekîlê Îdirê yê HDP’ê Metmet Emîn Adiyam jî di nav xebatan de cih digire.

Şande ji hêla gel ve bi germî hate pêşwazîkirin. Danezanên ku ‘NA’yê vedibêjin li gundiyan hatin belavkirin. Her wiha şande çû malan û bi gundiyan re civat hate danîn. Şande li her gundî bi germî hate pêşwazîkirin û gundiyan kêfxweşiya xwe diyar kirin.

Li Erdexanê xebat bi ziyaretkirina gundan didome.