Li Elkê û Peyîzava coşa ‘NA’ yê

Li Wanê xebatên referandûmê yên ‘NA’ her roja ku diçe bi çoş û eleqeyek mezin didome. Di hevdîtinên bi ruhê 7’ê Hezîran û Newrozê tê kirin de, siyasetmedarên Kurd ji aliyê hezaran kesî ve tên pêşwazîkirin.

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên ku di çarçoveya xebatên referandûmê de bi gel re dicivin, îro li navçeyên Elbak û Peyîzava bûn. Di serdanên navçeyê de hevşaredarên HDP’ê yê wanê Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan, hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygun, Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî Bedîa Ozgikçe, Endamê PM’ê yê HDP’ê Ozgur Zeydanogkû beşdar bûn.

Koma ku saetên sibehê yên zû ketin ser rê, di saet 10: ‘an de li Peyîzavayê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî tûra hilbijartinê ya li naveda naçveya Peyîzavayê li gel eleqeya zêde ya piştî serdanan dikandaran û şûnde, derbasî navçeya Elbak a ku di her hilbijartinê de dengê HDP’ê di asta rekorê de ji sedî 90 dengan bidest dixe bûn.

ATAŞ: WÊ DÎSA ELBAK REKORÊ DI DESTÊ XWE DE BIGIRE

Di hevdîtina bi gel a li nava Qada Sûrê de hevserokê HDP’ê yê Wanê Yakûp Ataş mafê axafinê girt, diyar kir ku li Elbak a ku her hilbijartinê rêjeya dengan herî zêde derdixe wê di referandûmê de heman rekora dengan bistîne. Ataş bibîr xist ku çawa gelê Elkê di hilbijartina dawî de deng anî wê di refarandûmê de dîsa sindoqan tije biki û rekorekî nû bişkîne.

OZGOLÇE: ARMACA WAN YEK KES E

Piştî Ataş Parlemetera HDP’ê ya Wanê Beîda Ozgokçe jî wiha got: “Dema em li pişt xwe dinêrin dibînin ku li Tirkiyeyê hemû destên bingehîn bi darbeyan hatine anîn. Di ti destûran de Kurd nîne, jin nîne, li şûna di destûra bingehîn de zimetê ji hemû ferdên civakê re bike, partiya AKP’ê û MHP’ê dixwaze li pişt deriyên girtî ji bo gel bide çêkirin. Îro dixwazin bi Rewşa Awarte welat bi rê ve bibin. Di nava van şert û mercan de dixwazin destûra bingehîn biguherin. Baş e wê çi bîne? Ji derveyî yek kesî, ti tiştî naîne.”

EM JI BO TINE HESIBANDINA GEL DIBÊJIN ‘NA’

Ozgokçe diyar kir ku divê gel ji bo xwe biryar bigire û got: “Em ji bo kesên ku sindoqan ji gel vedişêrin re dibêjin ‘NA’. Ji bo tine hesibandina gelan re dibêjin ‘NA’. Gelê Elbakê di nava van 2 salên dawî de vê hikûmetê çi aniye serê gel dizane. Di her hilbijartinê de li dijî polîtîkayên hikûmetê bi dengên rekor gotin ‘NA’. Herî dawî Elbakê ji sedî 97’an vîna xwe derxist holê. Îro jî bi heman baweriyê û vînê wê bi ser de biçe.”

ŞAX

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navçeyê di çarçoveya xebatên referandûmê de serdana gundê Gorentaş û derdorî wê kir, ji bo NA’ yê piştgirî xwestin.