Li Êlihê hezaran kes ji bo ‘NA’ yê kom bûn
Li Êlihê hezaran kes bi dirûşma ‘NA’ yê, di mîtînga HDP’ê de li hev kom bûn.
Li Êlihê hezaran kes bi dirûşma ‘NA’ yê, di mîtînga HDP’ê de li hev kom bûn.
Parlemter Mehmet Alî Aslan ê ku di mîtînga partiya xwe ya li Êlihê de axivî diyar kir ku li bajêr ji sedî 70’yê gel herikîne qadan û got: “Em li bendêne ku li Êlihê ji sedî 80 bêjin Na.” Di mîtîngê de gotina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Dermîrtaş a ‘Em te nakin serok’ ji aliyê hezarana kesî ve bi tilîlî û çepikan ve hate pêşwazîkirin.
Mîtînga ‘NA’ ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Êlihê lidar xistin bi coş destpê kir. Hezaran kesên ku qada Stadyûma 16’ê Mayîsê tije kirin, bi yek dengî dirûşmên ‘NA’ ‘Hayir’ qîr kirin, tilîliyên dayikan deng veda. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Amet Turk ê ji peywirê hatî girtin, parlemeterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sûreya Onder, Parlemeterên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Mehemet Alî Astan û Saadet Becerîkî, hevşaredarê Êlihê yê ku ji peywirê hatî girtin Sabrî Ozdemîr, hevşaredarên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û endamênTJA’yê gel silav kirin.
‘EM LI BENDA JI SEDÎ 80’Ê NE’
Parlemeterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, têkildarî îdîayên ku wê li Êlihê ji sedî 50’î dengê ‘Erê’ derkeve wiha got: “Ji sedî 70’yê bajarê li vê qadê ne. Em li Êlihê li benda ji sedî 80’yê ne.” Aslan diyar kir ku hikûmet ne ‘Erê’ diparêze û eniya ‘NA’ cuda dike û got: “Em ne ku AKP-MHP dibêjin ‘Erê’ em dibêjin ‘NA’, em ji bo ew 18 xal wê xêrê neîne dibêjin ‘NA’.
Aslan, bertek nîşanî siyaseta hikûmetê ya li ser bang dike jî kir û wiha pê de çû: “Yên ku banga mela bêdeng dikin ew in. Li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê bi mehan dengê mela qûtkirin. Her wiha Aslan bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî û got: “Em ê bi NA yê pêşiya mirinan bigirin.”