Li Efrîn û Ezazê yek jê leşker 5 çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrîn û Ezazê li hêzên dewleta Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de herî kêm 5 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên çete, dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, 9'ê Çileyê li Efrîn û Ezazê li dijî dagirkeran 2 çalakî hatin lidarxistin û li ser detayên çalakiyan wiha hate gotin:

"Şervanên me 9'ê Çileyê li gundê Gobelê yê navçeya Şer ya Efrînê li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de wesayit bi temamî rûxiya, leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Roja 9'ê Çileyê, tîmeke me li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayiteke çeteyên artêşa Tirk a dagirker dan. Di encama çalakiyê de 4 dagirkerên di wesayitê de mirin, yek jî bi giranî birîndar bû. Navê çeteyên hatine kuştin: Hisên Elo, Yasir Emîq, Merwan Ebdulrehman, Mihemed El Eşqar. Wesayita ku bû hedef jî bi temamî îmha bû."