Li Edliyeya Geverê îdîaya xwe kuştinê

Ferhat Atilgan ê 25 salî bi sûcdarkirina ku sala 2015’an li Geverê DNA’ya wî li ser lepikek a bûyerekê hatiye dîtin, hat xwestin ku bê girtin. Hat îdîakirin ku Atilgan xwe ji pencereya odeya dozgeriyê avêtiye û xwe kuştiye.

Ferhat Atilgan ê 25 salî ku li navçeya Gever a Colemêrgê dijiya, 23’ê Çileya 2023’an ji bo îfadeya Dozgeriyê banî wî kirin. Atilgan derdora saet 15.00’an çû îfadeyê. Hat îdîakirin ku li odeya dozgeriyê xwe ji pencereyê avêtiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Dozgerî û emniyetê xwe kuştiye. Mirina Atilgan ê ku bi awayek aram çûbû edliyeyê, guman çêkir.

ÇIMA OTOPSÎ NEHAT KIRIN?

Cenazeyê ku ji bo otopsiyê şandin Colemêrgê, li Geverê piştî dozger û bijîjkekê lê meyze kir, rapora mirinê hat amadekirin. Atilgan ê 25 salî li Goristana Akalin a Geverê hat veşartin. Tevî ku hat îdîakirin ku Atilgan xwe ji qata 3’an a avahiya dozgeriyê avêtiye, bê ku otopsiya wî bê çêkirin, cenazeyê wî hat veşartin. Ev yek bû sedem ku gumanên di derbarê mirina wî de, hîn zêdetir bibin.

JI BER KU ŞAL Û ŞEPIK LI XWE KIRIBÛ, HAT DARIZANDIN

Fertah Atilgan sala borî, ji ber ku wêneyê xwe yê bi şal û şepik li ser medyaya dîjîtal parve kiribû, hatibû destgîrkirin. Atilgan ji ber van parvekirinên xwe yên bi vî awayî, timî li dadgehan dihat darizandin. Herî dawî sala 2015’an bi îdîaya ku li ser lepikekê DNA’ya wî hatiye dîtin û bi vê lepikê molotof avêtiye, Dozgeriyê banî kir ku were edliyeyê û îfadeyê bide.

Dozgeriya Komarê got ku wê bi daxwaza girtinê, sewqî dadgehê bike. Di wê demê de li avahiya dozgeriyê, dozger û katîp hebûn. Ferhat Atilgan ji nişka ve ber bi pencereyê ve beziya û xwe ji pencereyê avêt.

Li gorî agahiyên hatin girtin, Atilgan ê ku di salên dawî de bê navber dihat girtin, destgîrkirin û ji bo îfadeyê banî wî dihat kirin, dibe car din ji ber telaşa ku wê bikeve girtîgehê, xwe ji avahiya dozgeriyê avêtibe.

VEŞARTINA CENAZEYÊ WÎ YA BÊ KU OTOPSÎ BÊ ÇÊKIRIN, GUMAN ÇÊDIKE

Xizmên wî têkildarî mijdarê agahî dan; gotin ku Atilgan ne kesek wisan e ku întihar bike. Xizmên wî xwestin ku divê bê lêkolînkirin ku di dema îfadeyê de li odeya dozgeriyê, çi qewimiye; “Nabe ku ev întihar be. Di dema îfadeyê de xwe ji pencereyê bavêje, ne rewşek li gorî aqil e. Bê ku otopsî bê kirin, cenaze demildest radestî malbata wî hat kirin. Mirinek bi guman e.”