Li Dusseldorfê meşa ji bo 'Azadî ji bo Abdullah Ocalan' dest pê kir

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke 2 rojan dest pê kir.

Kurdên li eyaleta NRW a Elmanyayê, bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi meşek ji 2 rojan kirin.

Meşê ji ber avahiya Parlamenta Eyaletê bi daxuyaniyekê dest pê kir. Hevserokê FED-MED'ê Engîn Sever daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna 22 salan komplo têk biriye.

Sever anî ziman ku meşa îsal parçeyek ji pêngava 'Dema azadiyê' ye ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Sever destnîşan kir ku jin û ciwanên Kurd wê di çarçoveya pêngavê de têkoşînê xurtir bikin.

Endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk, YJK-E, Tevgerên Ciwanan TÊKO-JIN û TCŞ'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Roja ÎN wê saet di 14:00 de li pêşiya DGB bahnhofê mîtîn bê lidarxistin.