Li Dîlokê terora dewletê: 9 kes hatin girtin

Ji 29 kesên ku 14'ê Tîrmehê hatin destgîrkirin, 9 kes ji aliyê dadgehê ve ahtin girtin.

Rejîma AKP-MHP'ê bi destê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê roja 14'ê Tîrmehê li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Rizgariyê ya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) dest bi operasyonan kir.

Di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Mûsa Aydin jî di nav de 29 kes hatin destgîrkirin. Lêpirsîna 14 ji wan li emniyetê bi dawî bû û sewqî edliyeyê hatin kirin.

Kesên hatin sewqkirin wiha ne: Tevî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Aydin, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Şehîtkamîlê Îbrahîm Dag, Hevserokê Navçeya Îslahiyeyê Yûsûf Iyem, rêveberên bajêr Hasan Saran û Abdullah Acar, Hevseroka berê ya bajêr Atiye Okay, rêvebera berê ya bajêr Yelîz Yilmaz û hevseroka berê ya bajêr a DBP'ê Habîbe Tîşkaya, rêvebera bajêr Sevînç Selçûk, Hûrşît Besle, Abdulmûtalîp Kiliç û Omer Sûngûr, Enver Ozmen û parêzer Adnan Erol.

Piştî îfadeyê ji ber karên xwe yên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û civînên ku tevlî bûn, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Mûsa Aydin, Adnan Erol, Hûrşît Besle, Abdullah Acar, Enver Ozman, Sevînç Selçûk, Omer Sûngûr, Îbrahîm Dag û Hasan Saran ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar ve hatin girtin.

5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî û mayina li malê hatin berdan.

Kesên din ên destgîrkirî jî tê payin ku roja Înê derkevin pêşberî dadgehê.