Li Dîlokê di derbarê 60 kesan de biryara destgîrkirinê

Li Dîlokê di derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn hate destpêkirin. Di derbarê 60 kesan de biryara destgîrkirinê hate dayîn û 16 jê hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ya ku Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi rê ve dibe, di derbarê endam û rêveberên berê yên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Piştevaniya Malbatên Windahiyan ên Mezopotamya (MEYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) û Kurdî-Der ên bi Biryara di Hikmê Qanûnê (KHK) de hatibûn girtin de, biryara destgîrkirina 60 kesan hate dayîn.

Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de, serê sibehê avêtin li ser gelek malan û Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajêr ê Dîlokê Ethem Unal, parêzer û rêveberên komeleyan jî di nav de, gelek kes destgîr kirin. Îfade girtina hin kesên hatin destgîrkirin dom dike û dema destgîrkirina van kesan 4 rojên din hate dirêjkirin. Kesên hatin destgîrkirin li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê tên girtin.

16 KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Ethem Unal, Parêzer Berîvan Ozpolat û Alaadîn Aslan, Mûstafa Denktaş, Bulent Şahîn, Mûstafa Şahîn, Îbrahîm Demîr, Halîl Îpek, Abdulhakîm Yilmazsoy, Ramazan Demîr, Selma Avşar, Emîn Kulter, Osman Gîrgîn, Perîşan Akin, Marûf Yuce û Mûstafa Bîlen.